Qesîde Mele Mehmud Bareþî
Ey aynaê dil bi cemala te mucella
Sed sefhe bi yek zerre ji nûra te mutalla
Ýnsan te jibo alemê kubra kire nushe
Lew mudxeyekî jê tu dikê erþê muella
Wehdet bi heseb kisret û e’yan û mezahir
Her sû bi sifatan diketin keþf û tecella
Lew muxtelif qewl û emel bûne xelaiq
Kafir ji senem bûne ji navê te tesella
Sirra xwe nihanî te kû da Ehmedê Xanî
Ez xeyrê berê þud bitu awerdi tewella
Qesîde Hezretî Xanî
Beydayi fena gerçî benîm reh guzerimdir
Anqayi beqa hîmmetî hemrahi yerîmdîr
Hem eylemez sehmî bîla qewsi felekden
Atilsa çû destimde tewekkul sîperîmdîr
Ben baxi cîhan îçru ucub nexli belayim
Baþimda bela berku meþeqqet semerîmdîr
Saqî bana îmdad qulub fatihi bab ol
Meyxane tariqinde kîm ewwel seferîmdîr
Ben aþîqi dîdar ne haceti xem dîwar
Cennet dexî ber perdeî qet’î nazarîmdîr
Perwanei per sûxtei þem’i qedîmem
Nîrani cehennem þererî balu perîmdîr
Alamu cefasîyle xoþem ben rehi iþqin
Xanî bana bu yolda qîdem çeþmi terîmdîr
Qesîde Hezretî Xanî
Da zen neburin ko em xemûþin
Em beste dihan û pur xerûþin
Genca me di dil Gûher tijîne
Her çendî eyan xezef firoþin
Þahîn bi xef me libsi dîba
Zahir ji xwe em pelasi poþin
Mucmer sifete me cism can ûd
Dil ateþe daîmen bi coþin
Meyxane bihiþte hure saqî
Kewser meye lew ve bade noþin
Beyhûde ne laf lew kû Xanî
Dunya kirru axiret firoþin
Qesîde Hezretî Xanî
Dila qet nîne mehbûbek ji te cuz’ek nebit lalî
Dil arama ne meczûbek heye sirra te jê xalî
Eger sirra di qelbane weger nûra di wechane
Bi min yek reng û yek tane digel yek bûn li wî alî
Ji xeybê ew bi yek hatin hemî cotin ne tek hatin
Wekî çavê belek hatin bi hevket þahiy û talî
Eger husne eger nûre eger nêzîk eger dûre
Birîna aþiqan kûre ji ser tîra kurê Zalî
Ji ser tîra mucewher bû çi awir bû çi xencer bû
Jibo min ra muqedder bû dema pifkirne selsalî
Weger selsal û vexwarim tijî nûrim tijî narim
Di batin þubhê xûnkarim bi zahir ketme wî þalî
Gelek þal cewher û zîba gelek etles gelek dîba
Gelek sîm û gelek þîba me avêtin ciger nalî
Ciger nalî me avêtin hemî yek yek hilavêtin
Gelo kêbit ku navêtin hebîbek çardehe salî
Meger her min divê dîlber du sed ilman bi kim ezber
Ji xilxalan di bit ebter Mela meqsudi xilxalî
Mela meqsudi min xale ne milk û menzil û male
Ne ilmê qale ew hale me hasil kir bi ebdalî
Me hasil kir bi xîzanî bi muþtaqî bi heyranî
Wekî genca di wêranî me peyda kir bi rimalî
Bi rimalî me peyda kir dilê xemgîn me pê þa kir
Neqiyyul xed bo aza kir wekî pîra du sed salî
Neqiyyul xed û lihyanin berat û emr û fermanin
Bi tuxra û bi nîþanin di dest uþþaqê delalî
Di dest delalî de min dî ruxê kaxid Semerqendî
Xetê Kûfî nuqet Hîndî kitêba husn û eþkalî
Kitêba hunsa dîlber bû xetê Ellahu ekber bû
Mela yê ku ji ezber bû li textê dil dibit walî
Li textê qelbi sultane dilê wî erþê Rahmane
Wekî Xanî ne nezane dizanit ew bi ehwalî
Ji ehwalî xeberdare bi suret þibhê dîldare
Di batin eyni dîdare Teala þanuhûl alî
Qesîde Hezretî Xanî
Ýro li textê dilberê, ya Reb çi þîrîn esmere
Jê nabitin min dîlberê, ew dîlbere yan dîlbere
Dilbu ku birya cane ew, dîn bû weya îmane ew
Hem lutfe hem îhsane ew, hem lave hem gerden zere
Kakûl ji ber tacê bi zer, ta ta wekî pir bêne dûr
Ser ekserê tîpa Teter, serdare ya ne serwere
Ya Reb hebîba reng feleq, ewrê teteq dagirt þefeq
Ew belgê nûre ya wereq, yan qeþte ya ne çenbere
Zulfên gûlû pur pêç û xem, ya sunbula baxê Ýrem
Zîncîre yan ser ta qedem, reþmare ya ne ejdere
Ya Tore ya geysûne ew, Zengîne ya Hindone ew
Þûtrîne ya þebûne ew, yan toxê þahê Sencere
Ebrûne ya meh bû hîlal, Hindone ya nîþan û xal
Geysûne ya hedret Bîlal, meþxûlê Ellah ekbere
Ruxsare ya Reb ya qemer, guftare ya Reb ya guher
Ew qende ya Reb ya xeber, ew þehde ya ne þekkere
Rû ne gûlû ya werdê al, al’ale ya dîma bi xal
Qendîle nûra Zul celal, mîr’ate ya ne mezhere
Dîm þuþe nura heq di nav, diwxunce ya þîrîn gûlav
Rux wered gûl rengîn xûnav, xal mîsku nîþan enbere
Ya Reb kitêba hûsn û yar, haþiye ya xettê xûbar
Yan Ke’be hacî çar kenar, wan qesdê heccûl ekber
Lêvên gûlu yaquti can, yaqute yaquti rewan
Yaqutiya dûrca dûran, yan hewde yane Kewsere
Ya Reb xetê reyhani ye, ser sorey ê Qur aniye
Yan xatema sûltani ye, fermane yane deftere
Xalên gelu ya fûlfilîn, ew aridên ya sor gûlîn
Em aþiqin yan bûlbûlin, zikrê me werda ehmere
Ew gerdena þibhê þemal, ser çeþme ya ava zelal
Qarûreya xemra helal, yan þîþe ye yan þekere
Ya Reb qeda zîba ye ew, yan Ke’be yan Ýsa ye ew
Yan mescida Eqsa ye ew, yan Sidre yan ew ‘Er’ere
Ya Reb dilê dîwane ye, ya alimê ferzane ye
Ya bilbilê wêrane ye, ya ‘ûd û ya ne mecreme
Ew Xanî yê dil dade ye meþreb ji benk u bade ye
Derdê wî yarek sadeye lew her deîf u reng zere
Çarkoþe yê Ehmedê Xanî
Fate umrî fî hewake ya hebîbî kulli hal
Ah û nalem hem demem þud der firaqet mah û sal
Ger benîm qanim dîlersen çokden olmuþdir helal
Dîn û ebter bûm ji iþqê min nema eql û kemal
Ente fîkrî fî fûadî ente ruhî fî cesed
Leþkerê xemhayî tu milkê dilem wêrane kerd
Dade geldim iþq elîmden îsterîm senden meded
Wan Tetaran birne yexma eql û dîn û milk û mal
Tale xemmî zade hemmî þa’e sirrî fî mela
Teþneê cami wîsalem çûn þehîdê Kerbela
Yoqsa sen dîwane oldin nîce halim ey delal
Yan ji nûve iþweyek da min habîba çav xezal
Bittu hicranen hebîbî leste minnî alimen
Her dem ez derdê firaqet xafilem ez halî men
Can û dildem arze qildim hali min canane ben
Ji erzi halê min tu xafil qet ne pirsî erzê hal
Hel lena min nî’meti weslil hebîbî min nesîb
Ufutadem ber deret bê çare ser gerdan xerîb
Derdimiz çoq lakin senden öte yoq hîçbîr tebîb
Ey tebîbê min dewaî derdi Xanî her wisal