Jîyana Ehmedê Xanî 
Ehmedê Xanî
Her çendîn yên li ser jiyana Ahmedê Xanî nivîsîbin ne hindik bin jî yên ku agahdariyeke berbiçav û rast dabin gellek kêm in. Ew ên ku bi vî awayî nivîsîbin jî ji çend rêzan bêtir titþek neanîne. çimkî heta niha ji bilî berhemên Ahmedê Xanî tu tiþtekî wekî belge neketiye ber dest da meriv karibe firehtir li ser jiyana wî raweste. Berî ku em werin ser lêkolîna Alaeddîn Seccadî ya berfireh, di nav wan kesan de ku li ser Xanî nivîsîne, Mele Mehmûdê Bayezîdî, Hemze Begê Muksî û Celadet Alî Bedirxan in ku bi kurtî be jî hin agahdariyên rast dane, yên din li ser tarîxa jidayikbûn û mirina wî, li ser cih û warê wî agahdariyên þaþ dane.
Cara pêþîn Aleksandre Jaba, di kitêba xwe de cîh dide wê metna Kurmancî ya derheqê jiyana Ahmedê Xanî ku Mela Mehmûdê Bayezîdî nivîsiye. Aleksandre Jaba, ev metin her di wê kitêba xwe de kiriye Fransî jî. Mela Mehmûdê Bayezîdî, di vir de destnîþan dike ku Ahmedê Xanî ''ji taîfeya Hekariyan ji 'eþîrata Xaniyan e''. Em ji wir fêr dibin ku ev eþîr di sala 1000-ê Hîcrî (1592-yê Mîladî de) hatiye li Bayezîdê niþtecî bûye. Ew dinivîse ku wî Mem û Zîn, Nûbar û bi Kurmancî, Tirkî, Farisî û Erebî iþîr û xazel nivîsîne, li Bayezîdê bi navê xwe mizgeftek ava kiriye û ew bi xwe jî li rex wê mizgeftê definkirî ye. Heta di wir de tê diyarkirin ku Simaîlê Bayezîdî jî ku þairekî Kurd e þagirdê Ahmedê Xanî bûye û di mizgefta wî de dersên Kurdî daye biçûkên Kurdan (Ev þair di 1065-ê Hicri de bûye û di 1121-ê Hîcrî de miriye- Yanî hemdemê Xanî ye) 1. Piþtî wî, Hemze Begê Muksî gava di 1919-ê de Mem û Zîn daye çapê, di pêþgotina xwe de, behsa tarîxa jidayîkbûn û ya temambûna Mem û Zînê ji Mem û Zîna Ahmedê Xanî li gor hesabê Hîcrî neqil dike, ji bo yekê dibêje 1061 û ji bo ya din dibêje 11052. Piþtre, Celadet Alî Bedirxan di hejmara 33-yan a Hawarê ya 1941-ê de ji Aleksandre Jabayî, ji Hemze Begê Muksî û ji Mem û Zînê bi xwe hin agahdariyên li jorê cara pêþîn bi tîpên latînî û bi Kurmancî dinivîse, lê di hesabkirinê de hin þaþîtiyan jî dike3. Cara pêþîn bi rêk û pêktir, piçekî berbiçavtir û firehtir Alaeddîn Seccadî hin agahdarî li ser jiyana Ahmedê Xanî dane ku agahdarîne rast di wan de hene. Agahdariyên ku wî dane hin di eserên Ahmedê Xanî bi xwe de hene, lê hin jî ew bi xwe nabêje rasterast ji kê wergirtine4. Lê dinivîse ku du tiþt ji Mela Salih wergirtine ku tarîxa mirina Ahmedê Xanî û navê bavê wî ye. Tarîxa bûna xwe, ya xelaskirina Mem û Zînê, ya xelaskirina Nûbara Biçûkan û ya ku kengî dest bi nivîsandinê kiriye û gava ku Mem û Zîn xelaskiriye umrê wî yê nivîskariyê çend bûye, di Mem û Zînê de û di Nûbara Biçûkan de hene. Piþt re bajarê Ahmedê Xanî medresên ku wî lê xwendine û bajar û welatên ku ew lê geriyaye jî wekî agahdarî di esera Alaeddîn Seccadî de hene, lê ew, belge an navekî diyarkirî nade ku wî ev ji kê yan ku derê wergirtine.
Wekî min berê jî nivîsîbû qenaeta min Alaeddîn Seccadî hem ev agahdarî, hem jî yên di berhemên Ahmedê Xanî de ji wî Mela Salihê ku ew bi nav dike wergirtine, ne ku ji berhemên Ahmedê Xanî û ne jî ji cihinî tir. çimkî eþkere ye ku ew bi kûr û dûrî li ser berhemên Ahmedê Xanî hûr nebûye loma jî hin agahdariyên þaþ di heqê naveroka berheman de (mesela di heqê Mem û Zînê de) daye.
Mesela tarîxa jidayikbûna Ahmedê Xanî, her ji bal Ahmedê Xanî ve di Mem û Zîna wî de hatiye diyarkirin ku dibêje:
Gava ew ji tunebûnê vederbû û hat ser ruyê erdê tarîx 1061 bû. Ew serkêþê gunahkaran (ango Ahmedê Xanî) îsal gihîþte çil û çaran5. Ev tarîx, tarîxa Hicrî ye û li gora tarîxa Mîladî, Alaeddîn Seccadî dibêje ku dike 1650. Piþt re hema hema hemû kesên ku li ser Ahmedê Xanî nivîsîne li gora vî hesabî, tarîxa jidayikbûna Ahmedê Xanî sala 1650-yê Mîladî danîne. Lê M. Emîn Bozarslan vê hesabkirinê þaþ dibîne û dibêje ku tarîxa jidayikbûna Ahmedê Xanî 1651 e:
''Hin nivîskar û lêgerên Kurd nivîsîne ku, tarîxa 1061'ê li gora tarîxa mîladî dibe 1650. Wisa tê zanîn ku di hesabkirina her du tarîxan da þaþiyek hatiye kirin û ji ber wê þaþiyê ew tarîx ji aliyê hin nivîskar û lêgeran ve wisa hatiye qebûlkirin û wisa hatiye nivîsîn. Li gora serçaviyên rast ên ku ji aliyê pisporan ve hatine nivîsîn, serê sala 1061-ê rastê 25-ê meha 12-an a sala 1650'yê mîladî hatiye û ew roj roja yekþemê bûye; bi peyveka dî, roja 1'ê meha Muherremê ya sala 1061'ê Hîcrî, rastê roja yekþemê ya 25-ê Kanûna Pêþîn a sala 1650-yê Mîladî hatiye Li gora vî hesabî û li gora van tarîxan , tenê yek hefteyek ji sala 1061-ê Hîcrî, ketiye sala 1650-yê Mîladî yazde meh û sê hefteyên dî, ketine sala 1651-ê Mîladî.
Ehmedê Xanî nedaye zanîn ku ew di kîjan roja kîjan meha 1061-ê da hatiye dinê wî tenê sala hatina xwe ya dinê nivîsîye, ku ew jî sala 1061-ê Hîcrî ye. Li gora ku wî tenê sala hatina xwe ya dinê daye zanîn û 11 meh û 3 hefteyên wê salê jî ketine sala 1651-ê Mîladî, em dikarin hema hema qutûbirr bêjin ku ew di sala 1651-ê Mîladî de hatye dinê. Divê mirov bifikire ku di salekê de 52 hefte hene; 51 hefte ketine sala 1651-ê, tenê yek hefteyek ketiye sala 1650-yî. Li gora vî hesabî, îhtîmala ku ew di sala 1650-yî de hatibe ji 52-yan yek e; lê belê îhtîmala ku ew di sala 1651-ê da hatiye dinê, ji 52-yan 51 e. Nexu em'ê vê îhtîmala mezin qebûlbikin û bêjin ku Xaniyê nemir di sala 1651-ê de hatiye dinê6.
Li gorî van agahdariyan, meriv dikare bibêje ku Ahmedê Xanî di 1650-51-ê de (îhtîmala herî xurt jî di 1951-ê de) hatiye dinyayê.
Mesela çil û çar saliya Ahmedê Xanî jî meseleyeka munaqeþê ye. Li gora Alaeddîn Seccadî ev çil û çar sal li gora hesabê Hicrî ne û gava ew 44-an dixe ser 1061-ê Hîcrî, ew dibêje ku Ahmedê Xanî di 1105-an de Mem û Zîna xwe xelas kiriye. De ev tarîx jî dike 1693-yê Mîladî7. Her wekî tê zanîn salên Hîcrî yên ku li gora hesabê heyvê hesab dibin 10 rojan ji salên Mîladî kêm in. Gava li gora destnîþankirina Ahmedê Xanî ku gotiye gava ew ji Mem û Zînê xelas bûye 44 salî bûye, 44 salên Hîcrî dikin teqrîben 42 sal û 9 mehên Mîladî. Ku wiha be li gora hesabê îro gava Ahmedê Xanî Mem û Zîn Xelas kiriye 42 sal û 9 mehî (teqrîben 43 salî) bûye. Heke em vê têxin ser sala 1650- 51-ê, Dike 1693 an 1694. Ev jî li tarîxa Alaeddîn Seccadî dike. Lê wekî em dizanin li gora hesabê ku M. Emîn Bozarslan nivîsîye wî 44 sal xistine ser 1651-ê û gotiye ku Ahmedî Xanî di sala 1695-an de Mem û Zîn xelas kiriye. Li ser pêþniyara wî jî Kur-dan sala 1995-an kirin sêsedsaliya Ahmedê Xanî (ango sêsed saliya xelasbûna Mem û Zînê). M. Emîn Bozarslan sedemê vê yekê gava li ser tarîxa temambûna Mem û Zînê di pêþgotina Hemze Begê Muksî de radiweste, bi vî awayî þîrovedike:
''Hemzeyê Muksî ev tarîx li gora teqwîma Hîcrî hesab kiriye. Wek ku tê zanîn, Xanî di duwayiya 'Mem û Zînê' de nivîsiye ku ew di sala 1061-ê da hatiye dinê, ku ew sal li gora tarîxa Mîladî dibe 1651; her weha, nivîsiye ku umrê wî di sala temamkirina nivîsîna pirtûkê da bûye 44. Tê Zanîn ku Hemzeyê Muksî sala 1061'ê wek bingehek girtiye û li gora teqwîma Hicrî ya ku bi tevgerên Hîvê tê hesabkirin, 44 sal anîne ser wê salê, hingê jî dûwayika wî hesabî bûye 1105; ev sal jî li gora teqwîma Mîladî dibe 1694. Lê belê awayê vê hesabkirinê þaþ e. Lewra Xanî negotiye ku wî di sala 1105-ê Hîcrî da nivîsîna pirtûkê temam kiriye. Wî tenê daye zanîn ku umrê wî di sala temamkirina nivîsîna pirtûkê de gîhaye 44-an. Wek ku her kes dizane, li Kurdistanê umrê mirovan li gora tarîxa Hîcrî nayê hesabkirin. Lewra sala Hîcrî li gora tevgerên Hîvê ye û di salvegerekê da 10 roj kêmê sala Rojê ya adetî ye. Ji ber wê kêmayiyê jî mehên Hîcrî salê 10 roj diçin pêþ û ciyên wan her sal diguherin; bi wî awayî jî, salên Hîcrî di 36 salan de salek zêde dibin. Eger umrê mirovekî li gora salên Hîcrî û tevgerên hîvê bê hesabkirin, ew di 36 salên adetî yên rojê de dibe 37 salî. Ji ber ku her kes bi wê kêmayiyê dizane, umrê mirovan li gora mehên Hîcrî yên Hîvê nayên hesabkirin, lê li gora mehên Rojê tê hesabkirin; mesela ji Adarê heta Adarê yan ji Gulanê heta Gulanê û wd. Li gora vê rastiya Kurdistanê, divê mirov tarîxa temamkirina 'Mem û Zîn'ê weha hesab bike: Xanî di sala 1061-ê Hîcrî de hatiye dinê ku li gora teqwîma Mîladî dibe 1651. Mirovek ku di wê salê de bê dinê, gelo kengê dibe 44 salî? Bêguman di sala 1695-an da. Lewra umrê mirovan li gora meh û salên Rojê tê hesabkirin. Bi vî awayî û ji ber van semedan, em dibêjin ku li gora tarîxa Mîladî, Xanî nivîsîna 'Mem û Zîn'ê di sala 1695-an da temam kiriye''8.
Ferhad Þakelî jî di meqala xwe ya bi navê ''Sêsed saleyî Mem û Zînî Xanî'' de li ser mesela jidayîkbûna Xanî û tarîxa xelasbûna Mem û Zînê radiweste, ew usûla hesabkirina Bozarslan þaþ dibîne û hesabekî bi vî awayî dike:
''Danîna sala 1995'an ji bo sêsed saliya Mem û Zînê pêdiviyê lêhûrbûnê û rastkirinê ye û nabe ku meriv daneyne ber pirsiyarê.
Xanî bi xwe di dawiya beytên Mem û Zînê de eþkere kiriye ku ew di 1061'ê Koçî de ji dayik bûye û destana xwe jî di temenê (jiyê) 44 salan de xelas kiriye:
Lewra ku dema ji xeybê fek bû
tarîx yê hezar û þêst û yek bû.
Îsale gehîþte çil û çaran
wî pêþrewê gunehkaran.
Sala 1061'ê Koçî li beramberî sala 1651'ê zayînî radiweste.Gellek lêkoleran sala 1650'yê zayînî danîne ber 1061-ê Koçî. Roja 1-ê Muherrema 1061-ê Koçî dikeve beramberî roja 25-ê Desembera (çileya Pêþîn) 1650-yan. Nexwe, tenê heft rojên wê sala Koçî dikeve ber sala 1650-yê zayînî, 348 rojên dî dikevin ber sala 1651-ê zayînî. Yanî îhtîmala wê ya ku Xanî di hefta yekê ya wê sala Koçî de ji dayikê bûbe ji sedî 2 ye. Ji ber vê hindê ya rast ew e ku em bêjin Xanî di 1651-ê zayînî de ji dayik bûye.
Xanî bi xwe dibêje di çil û çar saliya xwe da Mem û Zîn nivîsiye. Diyar e ew jî em dizanin ku Xanî 44 salên temenê (jiyê) xwe li gora salên koçî jimartine. Li gora vê 1061+44=1105-ê Koçî sala nivîsîna Mem û Zînê ye. Ev sala koçî dikeve hemberî 1693-1694-ê zayînî (pênc mahên pêþîn ên salê di 1693-yan de ne û heftên din di 1694-an de ne). Xanî ku sala jidayikbûna xwe, sala danîna Mem û Zînê û çil û çar sal umrê xwe li gora tarîxa Koçî jimartiye, em nikarin bi zorê sêsed salên piþtre li gora tarîxa zayînî bijmêrin. Lê heke em wiha jî deynin, dîsan sêsed saliya piþtî wî dike 1993-1994, yanî sêsed saliya Mem û Zînê diviya sala 1993 yan 1994-an bihata danîn ne ku sala 1995-an. Lê wekî min got, di vê de zorlêkirinek heye û nerewa ye. Heke em li gora salên Koçî bijmêrin;
1105+300=1405-ê Koçî dibe sêsed saliya Mem û Zînê. Ew sala Koçî jî dikeve beranberî sala 1984-ê zayînî.
Riyeka din ew e ku her ji destpêkê ve 44 salên zayînî em bixin ser 1651-ê ku sala jidayikbûna Xanî ye. Ji bo ku Mem û Zîna xwe di 1695-an de nivîsîbe, vê sala zayînî dikeve hemberî 1106-1107-ê Koçî û li gorî vê jî divê Xanî Mem û Zîn di 45 yan 46 saliya xwe de nivîsî be, ku em dizanin ne wiha ye. Yanî di her du aliyan de jî danîna sala 1995-an wekî sêsed saliya Mem û Zînê ne rast e û bingehekî mantiqî û zanistî jê re tuneye.''9
Ferhad Þakelî di vir de rastî û þaþiyan tevî hev dike ku divê bên destnîþankirin. Mesela 44 saliya Ahmedê Xanî gelo wê li gora kîjan hesabî bê kirin. Li gorî M. Emîn Bozarslan divê bi hesabê teqwîma Rûmî bê kirin û li gora Ferhad Þakelî jî divê bi hesabê teqwîma Koçî (Hîcrî). Gelo di dema nivîsandina Mem û zînê de Kurdan jiyê xwe li gorî kîjan teqwîmê hesab dikirin? Heke bi hesabê teqwîma Rûmî be M. Emîn rast e û heke li gorî teqwîma Koçî be Þakelî rast e. Îro li Kurdistanê, bi piranî jî di jiyana gundîtiyê de Kurd umrên xwe li gora teqwîma Rûmî dikin, lê gelo berî sêsed salan çawa bû, bi rastî li gor îmkanên xwe yên niha yên li ber dest ez nikarim tiþtekî bêjim.
Nuxteya duduyan ku Ferhad Þakelî li gor hesabê Koçî sêsed saliya Mem û Zînê hesab dike ev ne þaþîtiyên hina ne, lê mesela tercîhê ye ku gelo em gava dibêjin sêsed sal qesda me jê sêsed salên bi salên Koçî ne an Mîladî ne. çimkî sêsed salên Koçî mudetek in û sêsed salên Mîladî jî mudetekî din in. Lê madem ku îro li welatê me jî teqwîma mîladî bi kar tê û di roja îroyîn de jî ev teqwîmeka navnetewî ye, rasttir e ku meriv hesab bi teqwîma Mîladî bide diyarkirin. Ev wekî mesela giraniyê ye: gelo divê meriv giraniyê bi hesabê gram û kîloyan an weqîyan nîþan bike.
Piþtre, Alaeddîn Seccadî ji ''çavkaniyên cuda'', ji berhemên Ahmedê Xanî û ji devê Mela Salih, agahdariyên li ser jiyana Ahmedê Xanî bi vî awayî didomîne:
''Þêx Îlyasê bavê wî, gellek sal pêþî hatina Ahmed a dinyayê li bajarê Bayezîdê rûniþtiye lê aþînatiya xwe ji eþîreta Xaniyan her bernedaye û li Bayezîdê jî her malmezin bûye. Di 1650 de Ahmed tê dunyayê, dibe nazdarê bavê xwe, yektayê dayika xwe. Wekî yekî ji malbateke dewlemend li jêr çavdêriya bavê xwe û xizmetkarên nav malê ji piçûkî ve berê wî ji seriyekî ve didin ser riya xwendegehê ji yê din ve ber bi dîwanxanê. Li mektebê dersa zanyariyê, li dîwanxanê dersa danayiyê werdigre, heta girtir dibe payeya xwendina wî jî berztir dibe, diçe nava feqiyan, ji bo dersa Erebî... Xwendina berztir di wê dewrê de ew bû ku kesek jê re lê bê, biçe feqîtiyê, dersa serf û nehwê, belaxe û usûlê bixwîne. Ji bo Ahmed ev yek lê tê, her li Bayezîdê diçe medresa Muradiyê. Muddetekî piþtî ku li mizgeftên Bayezîdê û dor û bera wê dimîne, diçe Urfayê, Exlatê û Bedlîsê, vedigere ilim û zanînê fêr dibe. Li her aliyekî alimekî bi nav û deng heye ji bo wergirtina ilm û zanyariyê ku ew biçe nik wan. Dibêjin ku serî li Misrê jî daye (Sadiq Bahaeddîn Amedî navê Sûriyeyê jî li van cihan zêde dike M. C.). Di dawiyê de ku îcaza ilmî werdigre, vedigere bo Bayezîdê, dest bi dersdanê dike. Ew, alimekî þareza yê her ilmekî bûye. Bi fermana Þahane çûye Babê Alî, Îstanbûlê.
Þêx Ahmedê Xanî, her wekî car bi car neqil dikin, dibêjin merivekî girepiya bû, li gorî laþê wî serê wî mezintir bû, çavên wî piçûk û geþ bûn, riya wî top bû û reþayî gellek tê de mabû, dengê wî nêr û berz bû, gellek kêm aciz dibû, dilterr bû, vê dilteriya wî di dawiyê de ew rakêþa ber bi tesewwufê. Bi cil û bergên xwe pik bû, mêzereka xirr sipî dida serê xwe, awayekî þalê Diyarbekirî li ber xwe dikir, dibêjin gellek hez ji nêçîr û þikaran dikir. Ku diçû nêçîrê, cilê nêçîrê li xwe dikir, siwarekî çak ê bi dest û lep bû. Dibêjin palewan jî bû, her gav cîmnastîk dikir. Merivekî bi rêz û bi desthilat bû di nav xelkê de, du cihên wî hebûn; yekî ilmî û yekî malmezinî. Her wiha merivekî dîndar û Xwedêperestekî wiha bû ku soz û me'newiyata wî li her kesî tesîr dikir. Jiyana xwe bi vî awayî rabuhurand heta sala 1706-an di umrekî 56 salî de koça dawîn kir û her li Bayezîdê hat veþartin. Gorra wî niha jî zîyaretgeh e''10.
Her çendîn, Alaeddîn Seccadî bi xwe dinivîse ku Mela Salih jê re gotiye ku navê bavê Ahmedê Xanî Helyas (Îlyas) e jî ew gava wî binav dike dinivîse ''Þêx Îlyas''. Alaeddîn Seccadî tarîxa mirina Ahmedê Xanî ji wê gotina Erebî derxistiye ya ku dibêje: ''Tara Xanî îla Rabbîhî'' (Xanî ber bi Rebbê xwe ve firriya) Li gorî hesabê ebcedê ev îfade dike 1118'yê Hîcrî, ku Alaeddîn Seccadî 1706-ê Mîladî daye ber wê11. M. Emîn Bozarslan jî li gorî vê agahdariyê hesabê 1118-ê Hîcrî derdixe û 1706-1707-ê Mîladî dide ber wê12. Lê Ferhad Þakelî her çendîn agahdariya Alaeddîn Seccadî qebûl dike jî tarîxa hîcrî dike 1119 û 1707-ê Mîladî dide ber wê13. Alaeddîn Seccadî dinivîse ku ev agahdariya ku Mela Salih dayiyê, cardin li gora ku wî gotiye li piþt kitêba wî ya bi navê Semediye [Sadula?] bi dest xetekê hatiye nivîsîn. Lê Gava Bozarslan behsa vê kitêbê dike dibêje Semedaniyye û gava Ferhad Þakelî behs dike dibêje Þamadiyya14.
Sadiq Bahaeddîn Amedî ji bilî navê bavê wî, lê zêde dike ku dibêje navê bapîrê wî jî Rustem Beg e û di jêrenota xwe de diyar dike ku wî ev agadarî ji Mêjûyî Edebî Kurdî ya Alaeddîn Seccadî wergirtiye, lê rûpel nedaye û meriv agahdariyeka wiha di vê berhema Seccadî de nabîne15.
Di dawiya Mem û Zînê de, Ahmedê Xanî her wiha diyar dike ku ev sîh sal in dinivîse16, piþtî ku gava Mem û Zîn xelas kiriye çil û çar salî bûye fahm dibe ku wî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Ev her wiha wê yekê jî diyar dike ku wî hê di piçûkayiya xwe de îmkana xwendin û hînkariyeka piralî û tekûz dîtiye.
Ahmedê Xanî di dawiya Nûbara Biçûkan de jî bi wezn û bi hesabkirineka dûrûdirêj tarîxa xelasbûna Nûbarê daye ku li gorî vê, bi hesabkirina Zeynelabidîn Zinarî, tarîx dibe 11 yan jî 14'ê meha Adara 1094'ê Hîcrî, ku ew jî dibe 1683'yê Mîladî17.
Yek ji mesela munaqeþa ser Ahmedê Xanî jî mesela eslê wî ye. Þairê Diyarbekirî yê bi navê Abdulazîz Halis çûkûntaþ ku sala 1906-an Mem û Zîna Xanî bi wezin wergerandiye ser zimanê Tirkî, di muqqedima vê wergerê de nivîsiye ku Ahmedê Xanî ji gundê Xanê yê qeza çolemêrgê ya sencaqa Hekkariyê ye18. Elaeddîn Seccadî gotiye ku ew ji eþîra Xaniyan e. Sadiq Bahaeddîn Amedî xwe dispêre Seccadî (ku em lê rast nayên) û dinivîse ku'' [Ahmedê Xanî] ji binemal û malbata Xanîyan e ku êlê (hozê) Xaniyan ji rêve li devera Bota bûye, paþê binemala wan li bajêrê Bayezîdê ku ji þergehêt rewþenbîrî yêt navdar bûye li Kurdistana jorî akincî bûye''19 Ji bilî vê Amedî, agahdariyeke din li ser ciyê Ahmedê Xanî bi vî awayî dide:'' Ji zardevê Evdalê çelî di nama hinartî roja 11/9/1977 bo radyowa Kurdî li Bexda dibêjît: