Li her derê Ehmedê Xanî hebû 
Çiya Mazî / Gername/diyarname
Ji bo Sempozyûma Ehmedê Xanî ez çûbûm Amedê. Bi rastî û ne bi henek, li her derê Ehmedê Xanî hebû. Ku mirov nû diket nava bajêr, bi dîtina afîşeke festîvalê ya mezin mijara Ehmedê Xanî û navê wî dest pê dikir. Li gelek deverên bajêr; bi îlanên li camên dikanan û panoyên saziyan, bi afîşên bîlboardan û heta bi reklamên televîzyonan mirov xwe di nava deryayek ku ava wê ji kaniya Ehmedê Xanî dihat de didît.
Ji ber ku nexweşeke min hebû, piyekî min li sempozyûmê, piyekî min jî li nexweşxaneyê bû û bi wê çûn û hatinê hinekî ez bi xweşikiya Amedê jî hesiyam. Ew hilm û pêjna Ehmedê Xanî û xweşikiya bedena Amedê hestiyariyek bêhempa bi min re hişt. Dibe ku bala hinek kesan nekişandibe lê mêrga li ber bedena Amedê pir û pir xweş bûye û ji mirovan re bûye cihê bêhnvedanê di navenda Bajarê mezin de. Bêyî sipasiya ji Şaredariyê re mirov nikare mijaran jî nîqaş bike li vî bajarî. Ji ber ku tenê ez ji bo sempozyûmê hatibûm min beşên din ên mîhrîcanê nedît.
Bawer bikin hêwana Şaredariyê ya Şanoyê ser bi ser tije bû. Ne tiştekî balkêş e lê ezê vê jî bibêjim ku ji çaran yek ê hêwanê, mela bûn. Şagirtên Universîte pir bûn û pirs û nîqaş jî dikirin. Ev yek jî xuya dike ku êdî gelek tişt tenê bi awayê sembolîk nayên kirin.
Îcar ma kî nehatibû? Ezê tenê yên ku ez bi wan re peyivîm û çend peyvên axifgeran bibêjim.
Abdullah Varli: Gelî hogiran ! Ehmedê Xanî ji eşîra Mahmûdiyê mezin lawê Îlyas e û ji Bazîdê ye û dû re li Hekariyê cînişte (niştecîh) bûne, mirina wî li gor hesabê ebcetê di 1152'yan de ango di sala 1705'ê de ye, ne di sala 1707'an de. Di helbestek xwe de tarîxa mirina xwe diyar kiriye. Li ser gora wî jî ev tarîx heye. Ehmedê Xanî nekeviyaye (nezewiciye). Ji bilî Ehmedê Xanî tu kesî bi zaraveyê botî nenivîsandiye…
Mamoste Qedrî: Di nav zanistê ereban, farisan û tirkan de tenê Ehmedê Xanî bi zimanê kurdî navên Xwedê bi zimanê xwe gotiye. Ji ‘ilm’ re gotiye ‘zanîn', ji ‘ îradeyê’ re gotiye ‘vîn’… Lê yên din gişan bi zimanê erebî gotine, kesî navên Xwedê bi zimanê xwe negotiye. Farisan jî navên Xwedê bi erebî nivîsandine. Di berhemên xwe de behsa welatên ku em aniha li ser dijîn kiriye. Ji bo serê min nekeve belayê ez navê vî welatî nabêjim (henek henek).
Prof Îzedîn Resûl: Mem û Zîna Ehmedê Xanî û ya Casimê Celîl gelekî ji hev cuda ye. Di ya Celîl de, ‘Tacdîn’ derbas dibe, di ya Xanî de ‘Qeretacdîn’, di ya Celîl de ‘Borê Delal’, di ya Xanî de ‘Bozê Rewan’ derbas dibe. Xanî doza Bajarbûnê kiriye û ji kurdan re gotiye, “çi ye hûn her tim li serê çiyan digerin, hûnê van qesr û qonaxan ji kê re bihêlin?” Her wiha lîstika kişikê jî bi xwe nîşana bajarbûniyê ye ne ya gundîtiyê ye.
Perwîz Cîhanî: Wênenîgariya di berhemên Xanî de wisa xuya dibe. ‘Gerdûn’ bûye ‘Felek’, ‘Hepsê Şînboz’ bi wateya serê sibehê ku dike tav derkeve hatiye bikaranîn, ‘Hepsê Sorboz’ di wateya tavsorê yan dema ku tav dike derkeve an dike here ava de hatiye bikaranîn. ‘Hespê Boz’ ji bo ronahiyê, ya ‘reş’ ji bo şevê hatiye bikaranîn.
Û di dawiyê de Perwîz got: Ez hêvî dikim ev hewladana me bibe mistek ji xirarê, kevçiyek ji girarê û mewijek ji mewîşê.
Jan Dost: (Tevlî ku Jan Dost nehatibû jî teblîxa wî hatibû û Abdullah Keskîn xwend): Di civaka Feodaliya Kurdan de Ehmedê Xanî bûye toleransek ji bo evîn û evîndariyê.
Tiştekî balkêş ku Jan Dost digot jî ev bû: Melayê cizîrî di helbestine xwe de pesnê mîr dide û alîgiriya mîran kiriye, lê Ehmedê Xanî ev nekiriye û tim li hember mîran cih girtiye û muxalîf maye.
Martin Van Brunessen: Mele Mahmûdê Beyazîdî û Ehmedê Xanî ji bo wêjeya kurdî muhîm in. Tevgera Ehmedê Xanî tevgereke modern e.
A. Rehman Açar: Berhem û zanîna Xanî ne tasavûfa îslamî ye. Ehmedê Xanî ne fîlozof e lê zana ye. Wekî helbestên Xanî jî mirov nikare helbestan tercûme bike. Ji ber ku hestên helbestkar nayê tercûmekirin. Wekî kesekî din mirov nikare bûyeran hîs bike.
Ebbas Welî: Heke aniha Ehmedê Xanî li vê derê bûya û destê wî di bêrîkê de û li nava me bigeriya, bawer bikin wê bigota “hûn qet bi pêş neketine”. Piştî sêsed salî jî hê civaka me wekî berê ye, hê em ji alî neteweyî de li gor wê demê bi pêş neketine. Bêgûman li ser hîmê demokrasiyê wê zanîna wî jî bi pêşkeve.
Remezan Alan: Ehmedê Xanî li gor derdora xwe û şertên wê demê bi awayekî serbixwe tevgeriyaye. Ji ber ku dûrî mîr, beg, axa û otorîteyan maye qîmet jî negirtiye û pesnê wî negihiştiye milet. Hinek kes Ehmedê Xanî bi Hz. Mûsa re qiyas dikin.
Şagirtek ji Abdullah Varli dipirse, 'gelo çawa Ehmedê Xanî tarîxa mirina xwe di helbesta xwe de diyar kiriye, dibe ku ev helbestek hinekî din e?'
Û çend têbiniyên li ser piyan hatin holê:
Recep dildar: Em jî wekî mirovekî teqawit hema wisa digerin lê carinan em dinivîsînin jî.
Lal Laleş: Ezbenî bi Xwedê wekî hûn dizanin, me berhemek Ehmedê Xanî wekî “hemû berhem” çap kir. Lê bi Xwedê wekî yên din em her di xisarê de ne. Mijara aboriyê pişta me şikênand.
Min Zana Farqînî jî dît. Min jê re got merheba. Ji ber ku hinek rojên ku me li Stenbolê bi hev re derbas kiribû, kêfa min bi dîtina wî hat. Min derfet nedît ku ez lê guhdar bikim lê ez bawer dikim li gor mijara xwe (Ehmedê Xanî û Muzîk) tiştên hêja gotiye, ne ku gotiye Ehmedê Xanî dibêje: do, re, mî, fa sol…
Dîalogek biçûk:
Samî Tan: Divê êdî tiştên aqtuel û behremên aqtuel bê nivîsandin û wergerandin. Mînak yên ku Nobel girtine.
Ez: Bi rastî ez jî dibêjim bila êdî berhemên kurdî wergerin zimanên din.
Kawa Nemir: Belê rast e weleh, ji xwe ez jî amadekeriyê dikim û hinek xebata min jî hene ku nêzî 25 heb helbestên kurdî wergerînim îngilîzî.
Mixabin min temaşe û guhdariya sempozyûmê nêvcî hişt û ez derketim ku herim Mêrdînê. Li ser rêya nêzî şaredariyê ez li ‘Heyra’ biborin li Arjen Arî rast hatim. Wî jî got: “Aha bi xwedê aniha Berken Bereh ji vir çûye û min seh kir ku pêjna te ji van deran dihat. Tu ji sempozyûmê tê ne wisa? Weleh heyra ez dibêjim qey hinek kes dixwazin Ehmedê Xanî deynin cîhekî ku ew dixwazin”. Tiştekî din jî got; “Êdî ezê bi pexşan û çîrokê re mijûl bibim”
Berken Berreh çûbû Şirnexê nizanim ku wî li Amedê gotibû çi?
Belê bi rastî sempozyûmeke xweş bû. Min hê bêhtir fêm kir ku Ehmedê Xanî mirovekî zana û mezin bû. Ji dema Ehmedê Xanî û heta niha navberek mezin û valahiyek kûr çêbûye. Sedemek pir mezin jî ev navber e ku civaka kurd û wêjeya xwe pir bi şûnde maye. Hêvî heye ku êdî wê valahî nekeve nava nifşan.